Li Dêrazorê bingehên komên nêzî Îranê tên bombebarankirin

Di nav kuştiyan de berpirsekî artêşa Pasdarên Îranê heye
Bingeheke bombebarankirî ya Dêrazorê / Wêne: Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan
Bingeheke bombebarankirî ya Dêrazorê / Wêne: Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan

Navenda Nûçeyan (K24) - Di êrîşeke asmanî de, serê sibeha îro bingehên milîşyayên nêzî Îranê li sinorê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê hatin armanckirin. Li dû zanyaran, serkirdeyekî artêşa Pasdarên Îranê bi navê Hacî Esker di nav kuştiyan de ye.

Di êrîşeke asmanî de, serê sibeha îro (Sêşem, 26.03.2024) bingehên milîşyayên nêzî Îranê li sinorê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê hatin armanckirin. Li dû zanyaran, serkirdeyekî artêşa Pasdarên Îranê bi navê Hacî Esker di nav kuştiyan de ye.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan belav kiriye, “Eşkere nebûye ka ew êrîş ji aliyê balafirên şerî yên Amerîkayê an jî ji aliyê hêzên asmanî yên Israîlê ve hatiye kirin, lê çend seetan piştî dadana balafireke Îranî li balafirxaneya Dêrazorê, bingehên milîşyayan li zeviyên Meyadînê û Bokemalê û devera Ebasê û bingehek jî li taxa Feylatiyê ya bajarê Dêrazorê hatine armanckirin.

Rewangehê amaje jî daye, “Li dû amarên destpêkî, li wê bingeha çekdaran ku li taxa Feylatiyê ya bajarê Dêrazorê ye, ji bilî Hacî Esker ê serkirdeyê artêşa Pasdarên Îranê, heft çekdarên din jî yên Îranî hatine kuştin.

Her li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, ew balafira Îranî ya ku li Balafirxaneya Serbazî ya Dêrazorê dadabû çend seetan pêştir li Balafirxaneya Navdewletî ya Dîmeşqê bi barekî lojistî ve firîbû û çend endamên artêşa Pasdaran jî tê de bûn.

Ji aliyekî din ve çend çavkaniyên din ên nûçeyên navxweyî yên Sûriyeyê belav kiriye ku, wê êrîşa asmanî civîneke komên milîşyayên Îranê li bajarê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê kiriye armanc.

Herwesa artêşa Pasdarên Îranê jî li ser tora civakî ya Telegramê belav kiriye ku, balafirên şerî yên Amerîkayê bajarên Bokemalê û Meyadînê û devera Qisûriyanê li sinorê parêzgeha Dêrazorê bombebaran kirine, û li dû amarên destpêkî, zêdetirî 20 kesan birîndar bûne ku jin û zarok jî di nav wan de hene.