Li Bakurê Kurdistanê zivistan ji nû ve vegeriya

Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê

Diyarbekir (K24) - Tevî ku meha Adarê ber bi dawî ve diçe jî, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber şilî, şilope û barîna berfê hişyarî li welatiyan hat kirin. Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku, tê texmînkirin li seranserê herêmê barîna berf û baranê berdewam bike û li bajarên ku ji ber bilindahiyê berfê digirin jî hişyariya aşûtê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê, li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî li bajarên wekî Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Wan, Şirnex û Sêrtê; barîna berfeke bi bandor tê texmînkirin û li bakur-rojhilatê Diyarbekirê, li bakurê Şirnexê û li derdora Çewligê jî barîna baran û berfê tê texmînkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku li Mêrdîn û derdorên wê, li başûrê Êlihê û li bakurê Şirnex û Sêrtê jî baraneke guj tê payîn û ji ber vê jî hişyarî li welatiyan hat kirin ku li hember lehî, aşût, cemed û bayê hişyar bin da ku di çûnehatê de pirsgirêkên neyînî dernekevin.

Her wiha Parêzgariya Bedlîsê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber barîna berfê ya ji şeva borî ve biryar hatiye dayîn ku li navenda bajêr û li navçeya Tetwanê dibistanên fermî û yên taybet rojekê bên girtin.