Îro li Dihokê zêdetir baran dibare

Bendava Dihokê
Bendava Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Keşnasiya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên 48 seetên bên belav kirine û radigehîne, “Îro hûrbaran tevaya Herêma Kurdistanê vedigire, lê li sinorê parêzgeha Dihokê baran zêdetir dibe”.

Pişka Pêşbîniyan a Rêbeveriya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Facebookê belav kiriye, “Îro (Sêşem, 26.03.2024) di piraniya deman de asman bi temamî ewr dibe û hûrbaran li deverên çiyayî dibare, lê li danê êvarê baraneke navincî tevaya deveran vedigire û rêjeya barînê li ser astê Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê zêdetir dibe, herwesa nimreyên germatiyê jî li beranberî cihên din piçekê nizimtir dibin.

Keşnasiyê di derheqa pêşbîniyên sibe (Çarşem, 27.03.2024) jî de amaje daye, “Asman dê bi temamî ewr be, li gel barîna baranê bi awayekî navbir navbir û xasma di dema serê sibehê de”.

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Nimreyên germatiyê li beranberî tomarên îro bi cudahiya du heta çar nimreyên Silîzî dê bilind bibin”.