Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan li ser hezar malbatan parve dike

Îsmaîl Ebdulezîz
Îsmaîl Ebdulezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne, “Em îro alîkariyan li ser hezar malbatan li Toreqê parve dikin”.

Serperiştê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz ji K24ê re ragehand, “Em wekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevahengî bi rêkxistin û zengînan re alîkariya wan malbatan dikin ên ku hejar û destkurt in”.

Serperiştê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwesa got, “Em îro bi koma kompaniyên Gelyaweyê re li Toreqê alîkariyan li ser hezar malbatan parve dikin, navên wan malbatan jî ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Tîma Qeyranan a Parêzgeha Hewlêrê ve hatine tomarkirin”.

Îsmaîl Ebdulezîz amaje jî da, “Alîkariyên koma kompaniyên Gelyaweyê di rojên bên de li taxên Mamzawe û Quştepeyê tên parvekirin, ku 10 hezar malbatan vedigire”.

Navbirî eşkere jî kir, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi rêkxistin û xêrxwazan re di çend rojên bê de pereyê kaş li ser wan malbatan parve dike yên ku serdana me kiriye û hejar in”.