Li Diyarbekirê 192 kîloyên madeyên hişbir hatin desteserkirin
Diyarbekir (K24) - Parêzgehiya Diyarbekirê ragihand, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Diyarbekirê ve li Liceya navçeya Diyarbekirê, operasyonek li hemberî kesên ku hilberîn û bazirganiya derqanûnî ya tiryakê dikin hat kirin.
Hat eşkerekirin ku di operasyonê de 192 kîlogiramên madeya hişbir di cihekî veşarti de hatin dîtin û desteserkirin.
Parezgehiya Diyarbekirê herwesa da zanîn ku, lepirsîn berdewam dike.