Li Sêrtê 8 wesayîtên ku asê mabûn hatin rigarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dawiya meha Adarê de berf li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê dibare, li Sêrtê 8 wesayîtên ku ji ber berfa zêde li ser rê asê mabûn, hatin xilaskirin.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê, li gundê Tilo Mîho yê ser bi Xesxera navçeya Sêrtê ve, 8 wesayîtên ku rewî jî tê de bûn, ji ber berfa zêde li ser rê asê mabûn hatin xilaskirin.

Parezgariya Sêrtê jî ragihand, li ser agahdarkirina welatîyan, tîmên Tekoşîna Berfê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Sêrtê çûn cihe bûyerê  û 8 wesayîtên li ser rê asê mabûn rizgar kirin û birin herêma ewleh û rê li pêş çûnûhatinê vekirin.