Wezîrên derve yên Iraq û Amerîkayê li Washingtonê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, ew û Wezîrê Derve yê Iraqê amadekariya serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê dikin û mijarên girîng ên serdanê dê girêdayî mijarên enerjiyê û pirsgirêkên bi xweşguzariya gelên Iraqê û Amerîkayê bin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro li Washingtonê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiya û got, Amerîka hîn jî rûbirûyê gelek kêşeyan dibe, ji wan metirsiya cidî ya DAIŞê û rêgiriya li serîhildana wê.

Blinken got: “Her demê cihê dilxweşiyê ye ku pêşwaziya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Wezareta Derve ya Washingtonê bikim. Em li hêviya serdana Serokwezîr Sûdanî ne di hefteyên bê de.”

Herwiha got: “Civîna komîteya me ya bilind dê bê kirin, ku beşeke girîng e ji bo tekezkirina li ser rêkeftina stratejîk û rênîşandana peywendiyên 360 pile di navbera Iraq û Amerîkayê de. Ev nîşan dide ku hevkarîya me gelek mijarên girîng vedihewîne ku bandorek rasterast li ser jiyana Îraqî û Amerîkîyan dike, ji avê bigire heta enerjî, jîngeh û pêşkêşkirina xizmetguzariyan.”

Blinken got: “Ji bo Amerîkayê, Iraq hevkareke girîng e û ji bo aramiya herêmê jî girîng e.” Tekez kir jî: “Mixabin, DAIŞ hîn heye û metirsiyeke cidî ye.”

Wezîrê Derve yê Amerîka amaje bi wê jî kir: “Êrîşa Moskoyê ji me re dibêje ku DAIŞ hîn bi hêz e û divê em şerê wê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got: “Ez kêfxweş im ku li Amerîkayê me ji bo gotûbêjkirina çend mijaran, ji wan mijarên dualî û hevkariya me di şerê li dijî DAIŞê de.”

Husên got: “Em ê vê hevkariyê bi Washingtonê re bidomînin û têkoşîna li dijî terorê erka me ye.” Herwiha got: “Me karekî baş kir bo rûxandina ew ê tê gotin, xîlafeta terorîst a DAIŞê.”

Husên tekez kir jî: “Em pabend in ku aboriya xwe ava bikin û di çend waran de bi hev re kar bikin. Em çaverê dikin ku serokwezîrê me were Washingtonê û rewşa Rojhilata Navîn û aloziyên li herêmê gotûbêj bike.”

Tekez kir jî: “Me gelek azar ji destê DAIŞê kişandine, lewra ez êrîşa li ser Moskoyê şermezar dikim, ku ji me re dibêje ku DAIŞ hîn jî gef e li ser Rojhilata Navîn û ewlehî û aştiya navçeyên din.”