PDK Tirkiye: Em di hilbijartinan de naçin ser sindoqan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di rojên dawî yên ber bi hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Partiya Welatparêzên Kurdistanê, helwestên xwe yên ji bo çûyîna ser sindoqan ragihandin. Li gorî vê yekê hin ji van partiyan hilbijartinan boykot dikin, hinek jî dê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin namzedên Kurdperwer.

Partiyên Kurd ên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê siyasetê dikin, helwestên xwe yên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê ragihandin. Li gorî vê yekê, rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) biryar da ku neçe ser sindoqan û mafê xwe yê boykotê bi kar bîne.

Serokê Giştî yê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re got: “Xuya dike partiyên Kurd li derve hiştin. Ji ber vê jî em ê dengên xwe bidin kê? Me got a baş ew e ku em neçin ser sindoqan û em rûmeta xwe biparêzin. Di gotara me de jî heye, dive partiyên Kurdî piştî hilbijartinan hemû li hev bicivin da ku dema hilbijartinan bingehên saxlem deynin û xwedî li hev derkevin. Ev nayê wê wateyê ku em li hev bicivin û Dem Partiyê li derve bihêlin. Dema ku Dem Partî jî qebûl bike, em li cem hev bin û bibin yek deng.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) jî bi civîn û hevdîtinên bi partiyên siyasî re hewil dabû ku hevgirtineke siyasî çêbibe lê daxwaza wan jî pêk nehatibû. Rêveberên PSKê jî biryar da ku dengên xwe bidin namzedên demokrat û mafparêzên Kurdîtiyê.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Serhat Amedî dibêje: “Ji bo ku Kurd vê hilbijartinê ji bo xwe wekî ferzendekê bibînin û bi kar bînin û Kurd bikaribin bi yek dengî bi hev re helwesteke hevpar derxin pêş, ev piryara partiya em bû jî û me ji bo vê rêyek dabû pêşiya xwe; me bi hemû aliyan re bi saziyên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn lê tiştê ku me hêvî dikir negihîşt armanca xwe.”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî yek ji wan partiyan bû ku dixwest di nav aliyên Kurd de hevgirtinek çêbibe lê ev daxwaza wan pêk nehatibû. Rêveberên PWKê tevî vê yekê dê biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Cano Amedî got: “Li seranserê Kurdistanê, li metropolan, namzedên welatperwer, demokrat, ên ji bo gelê Kurd daxwazên lezgîn di deklaresyona xwe de bi cih bînin û daxwazên Kurdistanî û mafên miletê Kurd, mafê ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û daxwazên Kurdan bi cih bînin, em ê dengên xwe bidin wan kesan.”

Di nav Partiyên Kurdî de bes Partiya Maf û Azadiyan Hak Par xwedî mafê tevlîbûna hilbijartinan e. Partiyên mayî jî hewil didin ku di nav hemû partiyên siyasî de tifaqeke mayînde çêbibe da ku di hilbijartinan de dengên Kurdan xurttir derkeve.