Di 24 seetan de heşt kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine birîndarkirin

Kolber li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê
Kolber li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê radigehîne, “Derengê şevêdî li zozanên sinorê navbera Başûr û Rojhilatên Kurdistanê li nêzî komelgeha Helşoyê ya sinorê Pişderê mînek bi hejmareke kolberên Rojhilatê Kurdistanê ve teqî û du kolber birîndar bûn”.

Li dû zanyarên K24ê, ew teqîn li sinorê Rojhilatê Kurdistanê bû û ew her du kolberên birîndar jî ji aliyê hêzên Îranê ve ji bo nexweşxaneyên bajarê Serdeştê hatine veguhastin.

Ji aliyekî din ve malpera Kolber Newsê belav kiriye, “Di du rûdanên cuda de, hêzên Îranê li sinorê Newsûda Rojhilatê Kurdistanê rasterast teqe li hejmareke kolberan kiriye û şeş kolber birîndar kirine”.

Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Ew kolber xelkê gundên Seryas, Dalaho, Selasiya Bawecanî û bajarê Ciwanroyê ne û birînên du ji wan giran in û rewşa wan xirab e”.

Malpera Kolber Newsê di raportekê de nivîsiye, di heyama navbera Newroza par heta Newroza îsal de li sinorên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmanşanê 44 kolber hatine kuştin û 400 kolber jî hatine birîndarkirin, ku hejmara wan li beranberî sala 2022ê 90% zêde bûye. Herwesa 37 ji wan kuştî û birîndaran zarokên di bin jiyê 18 saliyê de ne.