Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanan pêşkêşî Birêveberiya Tendirustî ya Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê ragehand, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêkxistina MAINê ya Norwêcî berdewam bi derman û pêdivîtiyan alîkariya kertê tendirustiyê kiriye”.

Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro (Çarşem, 27.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Hejmara nexweşên şekirê yên cûna duyê li sernaserî cîhanê ber bi zêdebûnê ve diçe, li Hewlêrê jî hejmareke zêde li navendên nexweşiya şekirê yên bajarê Hewlêrê hatiye tomarkirin ku berdewam pêdivîtiya wan bi çareseriyê heye”.

Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê got, “Ew dermanên îro hatine dabînkirin, ku piraniya pizişkan ji bo çarekirina nexweiyên şekirê yên cûna duyê wan bi kar tînin, rolekê bibandor heye”.

Dr. Dilovan Mihemed tekez jî kir, “Em destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêkxistina MAINê ya Norwêcî dikin ku di demên borî jî de ji bo çend mijarên din jî alîkarên kertê tendirustiyê bûne, xasma di dema borî de ku hejmareke amûrên bihîstinê ji bo wan zarokên ku rêjeya bihîsina wan kêm e ji Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Hewlêrê re dabîn kirine”.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed jî ji aliyê xwe ve di wê konfiransê de ragehand, “Em spasiya rêkxistina MAINê ya Norwêcî dikin ku di warê tendirustiyê de alîkareke çeleng û bibandor a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye”.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got, “Bê goman ew alîkariyên tendirustî yên ku bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tên dan, em jî bi rêya Wezareta Tendirustiyê pêşkêşî nexweşxane û birêveberiyên giştî yên tendirustiyê dikin. Serpişkî li çi cihekî zêdetir be, erkê me jî ew e ku em bala xwe bidin ser wî cihî”.

Mûsa Ehmed herwesa ragehand, “Her dema ku alîkariyek di warê tendirustiyê de hatibe kirin ji aliyê hejmareke rêkxistinan ve bûye, lê di nav wan de ya herî bibandor û diyar rêkxistina MAINê ya Norwêcî bû ku karî berdewam hejmareke derman û pêdivîtiyên girêdayî nexweşxaneyan ji me re dabîn bike”.