Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundê Sergelê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir. Muxtarê gund jî got: Ziyanên madî derketine.
Muxtarê gundê Sergelê Nizra Mihemed îro 27ê Adarê ji K24ê reragihand, cihê bombebaranê li derveyî gund bûye û bi xweşî ve ti ziyanên canî çênebûne.
Muxtarê gundê Sergelê amaje bi wê jî kir, ji ber bombebarana gelekî nêzî gundê wan bûye, gundî bi nîgeran in û ditirsin.
Herwiha got, ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, ew navçe bi berdewam ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.