Erdogan li Diyarbekirê: Di 31ê Adarê de xwişk û birayên me yên Kurd dê biryara pêşeroja xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, ji ber ku di heman demê de Serokê Giştî yê Ak Partiyê ye jî di çarçoveya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan de, îro serdana Diyarbekirê kir.

Erdogan li Diyarbekirê li Meydana Îstasyonê di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de, di mitînga partiya xwe ya Diyarbekirê da axivî.

Erdogan got: got: “DEM Partî ya ku tekane sermayeya wê rayên we ye, îradeya xwişk û birayên min yên Kurd derxistiye bazara îşportayê. Di vê bazarê da derdê berhemdarî û xizmetê tuneye.

Erdogan amaje bi wê yekê kir: “Me wisa kir ku PKK êdî nikare di nava sînorên me da tevbigere û çalakiyan bike. Em dervayî sînorên xwe gav bi gav kontrol dikin. Piraniya dewletên li derdora me di nava çembera agir û xwînê da digevizin, lê em rê nadin kesên ku dixwazin ewlehî û hizûra me xera bikin û em ê nehêlin jî.”

Tekez kir jî: “Em dikarin bi her kesê ku rêza wan ji yekîtiya gel, yekparçeyiya welat û beqaya dewleta me ra heye rûnin baxivin. Helbet em amade ne bi her kesî ra het tiştî biaxivin, lêbelê deriyê me ji terorîstan ra jî ji kesên ku di bin siya terorê da siyasetê dikin ra jî girtiye.”

Erdogan herwiha got: “Di 21 salên dawîn da me ji bo demokrasiyê çi gav avêtibe CHP li berê sekiniye û îro jî şerm nakin weke hêvî CHPyê didin ber xwîşk û birayên me yên Kurd. Ez bawer im ji bo wan kesên ku li Stenbolê çiqas endamên îdeolojiya marjînal hebin, anîn li serê birayên me yên Kurd kirin patron, rêya çûnê nemaye."

Serokê Giştî yê Ak Partiyê got: “Di 31ê Adarê de dê xwîşk û birayên me yên Kurd ji yên ku miseletî serê wan bûne xilas bibin û bi îradeya xwe ya azad biryara pêşeroja xwe û bajarên xwe bidin.”