Li Şirnex û Ruha 31 endam û berpirsên DEM Partiyê hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgehên Şirnex û Ruha yên Bakurê Kurdistanê bi dehan endam û berpirsên DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro li Şirnex û Ruhayê avêtin ser malên endam û rayedarên DEM Partiyê. Li gorî zanyariyan jî, heta niha 31 kes hatine binçavkirin û operasyon berdewam e.

Li gor hatiye zanîn, di nav kesên hatine binçavkirin de, berpirsê sindoqên DEM Partiyê yê li navçeya Milka ya Ruhayê jî heye.

Ev operasyona hêzên ewlehiyê di demekê de ye, tenê çar ji hilbijartinên şaredariyan re mane.