Mûsa Ehmed: Em li ser alîkariya ziyanpêketiyên lehiyê yên Dihok û Zaxoyê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, “Bi saya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bo qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya Dihok û Zaxoyê, karê me hêsantir bû”.  Herwiha diyar kir jî, alîkariyên wan ji ziyanpêketiyan re berdewam dibin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, li gor gotina berpirsan, di heyama 100 salên borî de li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, baraneke wiha nebariye.

Derbarê qerebûkirina ziyanpêketiyan de jî Mûsa Ehmed got, tiştê ku li Dihok û Zaxoyê hatiye kirin, li ti welatên pêşketî di dema karesatên xwezayî de hatiye kirin, ku demeke kin de cihên ku zirar dîtine hatin paqijkirin û kesên ziyanpêketî li cihên bi ewle hatin bicihkirin û piştre jî hatin qerebûkirin.

Herwiha got jî: “Hemû alî ji bo alîkariya ziyanpêketiyên lehiyê hevahengî kirine.”

Amaje bi wê jî kir, hevxemiya Serok Barzanî û amadebûna Serfermandar Mensûr Barzanî di dema wê karesatê de, dilê xelkê aram kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Em berdewam in li ser alîkariya ziyanpêketiyên lehiyê yên Dihok û Zaxoyê.”

Roja 19.03.2024, di encama barîna baraneke bihêz de, li çend taxên bajarê Dihokê lehî rabû, 4 kesan canê xwe jidest dan, hejmarek mal têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girtin.