HRW: Tirkiyeyê bi darê zorê bi hezaran penaberên Sûrî vegerandine Girê Sipî

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dibêje, Tirkiyeyê bi darê zorê bi hezaran penaberên Sûrî vegerandine Girê Sipî.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan îro 28ê Adarê di raportekê de ragihand, di du salên borî de hejmara penaberên Sûrî yên ku li Tirkiyeyê tên girtin, zêde bûye û Tirkiye wan bi darê zorê vedigerîne welatê wan.

Amaje bi wê jî kir, Rayedarên Tirk zextê li rêveberên deriyên sînor ên Girê Sipî û Bab El-Selamê dikin ku hejmara kesên hatine vegerandin eşkere nekin û navên kesên ku tên vegerandin, di bin navê “li ser daxwaza wan hatine vegerandin” binivîsin.

Cîgirê Rêvebira Rêxistinê ji bo Rojhilata Navîn Adam Google dibêje, Vegera bi dilxwazî ​​ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin, pir caran vegerek bi dare zorê ye û xeternak e.”

Li gorî Adam Google, “Soza Tirkiyeyê ya avakirina ‘herêmên ewle’ bêwate dimîne, ji ber ku Sûrî xwe neçar dibînin ku rêwîtiyên xeternak bikin, da ku ji şert û mercên nemirovane yên li Girê Sipî birevin.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku “Tirkiye weke desthilatdariya dagirker a li Girê Sipî, neçar e ku qanûn û nîzam û jiyana giştî biparêze û Sûriyan ji tundiyê biparêze.”

Di raportê de hatiye, “Tirkiye aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî û Peymana Penaberan a sala 1951ê ye. Ji ber vê yekê, divê ew rêzê li qanûnan bigirin û penaberan bi zorê venegerînin deverên xeternak ku tê de rastî egera êşkence û serderiyeke xirab were.

Ji sala borî ve hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, kesên ku bi belgeyên wan ên yasayî, çi kartên parastina demkî û çi jî mafê rûniştina demkurt nîn in, tê dersînorkirin.

Lê çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.