Dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dema tomarkirina namzedan ji bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê heta 31ê Adarê hat dirêjkirin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumana Xelayî ji Kurdistan24ê re ragihand, dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta 31ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Xelayî got, heta duhî êvarê 27-03-2024an, YNK û PDKê lîsteya namzedên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê radestî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê nekirin.

Amaje bi wê jî kir, li Hewlêrê 12 namzedên serbixwe, li Silêmaniyê 20 û li Duhokê jî 13 namzetên serbixwe navê xwe tomar kirine.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand, heta niha ti daxwazeke fermî ji bo paşxistina hilbijartinan nehatiye pêşkêşkirin û ew rijd in li ser lidarxistina hilbijartinan di meha Hezîrana bê de.

Da zanîn jî, li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 789 hezar û 360 kes mafê wan ê dengdanê heye, ji wan 2 milyon û 783 hezar û 552 kesan kartên wan ên dengdanê nû kirine, zêdetirî milyonekî kertên xwe nû nekirine.

Ev yek di demekê de ye, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Adara 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nabin.