Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê alîkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, hejmarek kesên xwe pêwîstiyên taybet li navenda bajarê Kerkûkê û derveyî bajêr, ji alîkariyên me sûdmend bûne.

Çavdêra Ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Diyarî Ebdulkerîm ji K24ê re ragihand, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yên meha Remezanê de, wan kursî li ser kesên xwedî pêwîstiyên taybet dabeş kirin.

Got jî: “Hejmarek ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet li navenda Kerkûkê û li derveyî Kerkûkê dê sûdê ji vê alîkariyê werbigirin, ji bilî perwerdekirina wan li ser çawaniya bikaranîna wan kursiyan bi awayek rast û selamet.”

Amaje bi wê jî kir: “Piraniya caran welatî bi xwe serdana me dikin, dizanin ku di çarçoveya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de, projeya me ya taybet bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em di meha Remezanê de li ser belavkirina xwarinê berdewam in, me li Kerkûk û Çemçemal xanî ava kirin û dê çalakiyên me di meha Remezanê de jî berdewam bin.”