Ahmet Kaya: Tenê Serok Barzanî dikare ji bo vejandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê rolekê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) dibêje, Serok Barzanî ji bo gelê Kurd kesayetiyeke gelek girîng e û tenê ew dikare di vejandina proseya aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de rolekê bilîze.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya di gera nûçeyan a K24ê de derbarê egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê de ragihand, “Kurd pêştir bi hestiyarî nêzîkî pêvajoya çareseriyê bûbûn, lê ji niha û pê ve divê Kurd bi stratejî, plan û bername nêzîkî wê bibin. Ji ber şert û mercên Kurdan yên niha, ne wek ya 2012 û 2023an e û divê ji aliyê Kurdan ve kesên ku gotinên wan bi qîmet û rûmet in rola xwe bibînin.”

Herwiha got jî: “Serok Barzanî ji bo gelê Kurd kesayetek pir girîng e. Dema ku diaxive, partiyên din jî gotinên wî cidî digirin. Lewma dikare bi têkiliyên xwe yên siyasî di vejandina pêvajoya çareseriyê de rola xwe bilîze.”

Ev di demekê de ye, zêdetirî 8 sal bi ser têkçûna proseya aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê re derbas bûn. Di sala 2015’an de piştî gelek aloziyên ewlehiyê yên li Bakurê Kurdistanê ev pêvajo têk çû.

Li gor amarên nefermî, ji dema têkçûna proseya aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de; 614 sivîl, 1428 endamên hêzên ewlehiyê, 4409 gerîlayên PKK’ê û 226 kesên ku nasnameya wan nehate zanîn, canê xwe ji dest dane.

Cemîl Bayik di 9ê Sibatê de ji ber erdheja li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên leşkerî yên PKKê rawestandibû. Di 1ê Adarê de daxwaza ji nû ve destpêkirina proseya aştiyê kir û daxwaz ji Amerîka kir ku di navbera wan û Tirkiyê de rolekê bilîze, lê hewlên wî bê encam man.