Li Sûra Diyarbekirê 16 xwendekar bi jehrî ketin

Dibistan
Dibistan

Diyarbekir (K24) – Li Sûra navçeya Diyarbekirê, 16 xwendekar dema dixwestin pola xwe paqij bikin, bi jehrî ketin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê, 16 xwendekarên li Dibistana Şehîd Tevger Fehmî Taşkin a Navçeya Sûrê, ji bo paqijkirina polan kel û pelên paqijiyê yên ku ji malê anîne tevlîhev kirine û piştre paqiji kirine, lê bi jehrî ketin.

Hat zanîn, ew xwendekar ji bo dermankirinê ji alîyê tîmên tendirustiyê ve hatin rakirin nexweşxaneyên cuda.