Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst bo projeya masterplana Helebceyê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo masterplana Helebceyê da.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî Sasan Ewnî îro 28ê Adarê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo masterplana Helebce da.

Li gor Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê, cîbicîkirina masterplana Helebceyê dê bibe sedema vejandin û geşepêdana Helebceyê di hemû aliyan de û dê bibe bingeha jêrxana bajêr. Ev proje, projeyek berfireh e û hemû beşên girîng ên bajêr di nava xwe de dihewîne û di pêşerojê de Helebce dê qonaxeke nû û pêşketî bibîne.

Sasan Ewnî got jî: “Di projeya masterplanê de, rêgezên berfirehkirina bajar, destnîşankirina navçeya pîşesaziyê, niştecîbûnê, çandinî, geştiyarî, bazirganî, xizmetguzariyên giştî tên diyarkirin, bi çavgirtina faktorên jîngeh, demografîk, civakî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê. Her wiha wê pêgeha Helebce ya dîrokî û rol û bandora vî bajarî jî li ber çavan bê girtin.”

Piştî biryara terxankirina pereyan ji aliyê serokwezîr ve, wek ku Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê gotiye, “karên projeyê dê bikevin qonaxeke pêşketî û proseya kar dê bileztir bibe û bikeve meriyetê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 22ê Sibata 2024an serdana Helebceyê kir û piştî serdana Monumenta Helebceyê danîna tacegulê, di merasîmekê kevirê bingehîn ê rêya Helebce-Tuwaqut-Qlîce û pira Tuwaqutê li parêzgeha Helebce danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de jî got: “Gelê vê herêmê gelek qurbanî dane û gelek êş û azar kişandine. Helebce bûye sembola qurbanîdana gelê Kurd, lê mixabin wek pêwîst xizmeta Helebce nehatiye kirin. Di vî warî de divê berpirsên vê herêmê û em hemû xwe deyndarê xelkê Helebce û malbatên hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê bizanin ku diviyabû bi awayekî hêjatir xizmeta xelkê vê herêmê bihatana kirin.”