Ehmed Germiyanî: Biryara parvekirina parçeyên erdî morala mamostayan bilind dike

Ehmed Germiyanî
Ehmed Germiyanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermanber û mamostayên Herêma Kurdistanê pêşwaziya biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin ji bo parvekirina parçeyên erdî. Sikirtêrê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dibêje, “Ev biryar morala mamostayan bilind dike, ku di hemî rewşan de li ser erkê xwe berdewam bûne”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryar derxistin ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ne û rewşa aborî li ser milên xelkê Herêma Kurdistanê sivik dikin. Yek ji wan biryaran jî parvekirina parçeyên erdî ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, “Me biryar da Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dest bi terxankirin û parvekirina parçeyên erdî li ser tevaya wan fermanberan bike yên heta niha ji hikûmetê mifadar nebûne”.

Ev biryar jî bûye cihê dilxweşiya fermanber û mamostayan. Ji aliyê xwe ve Emel Seîd, ku ev 31 sal in fermanber e û heta niha ji wergirtina erdî mifadar nebûye, dilxweşiya xwe li ser vê biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir.

Sikirtêrê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Germiyanî jî di vî warî de ragehand, “Ev ji bo mamosta û fermanberan biryareke giring e, wesa kiriye ku careke din morala mamostayan bilind bibe, ku di hemî rewşan de li ser erkê xwe berdewam bûne”.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê di berjewendiya welatiyan de kar kiriye û armanca karnameya wê welatî bûne, lewma heta niha bi dehan biryar di berjewendiya welatiyan de dane ji bo ku barê ser milên wan siviktir bike, yek ji wan biryaran jî biryara parvekirina parçeyên erdî li ser fermanber û mamostayan e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Çarşem, 27.03.2024) ragehand, “Me biryar li ser parvekirina mûçeyên meha Sibatê da, min Wezareta Darayî raspartiye ku dest bi parvekirina mûçeyên meha Sibatê bike û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeyên Adarê û mehên di dû re jî bike”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa çend biryarên din jî di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de derxistin ji bo ku rewşa aborî ya xelkê wê sivik bike. Yek ji wan biryaran jî parvekirina parçeyên erdî ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wî warî de ragehand, “Me biryar da Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dest bi terxankirin û parvekirina parçeyên erdî li ser tevaya wan fermanberan bike yên heta niha ji hikûmetê mifadar nebûne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniya rojnamevanî de herwesa çend biryarên din jî ragehandin û amaje da ku tevaya wezaretên peywendîdar ji bo bicihanîna wan biryaran raspartine, wekî:

Daşkandina pereyê li ser hev kombûyî yê karebayê bi rêjeya 20%

Daşkandina sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%

Daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%

Lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.