Etwanî: Civata Nûnerên Îraqê li benda gehiştina xişteyê qanûna budceya 2024ê ye

Etwan Etwanî
Etwan Etwanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide ku, lijneya wan li benda gehiştina xişteyê qanûna budceya federalî ji aliyê hikûmetê ve ye, pêdivî jî dibîne ku lez di pejirandina wê de bê kirin.

Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Etwan Etwanî ragehand ku, lijneya wan li benda gehiştina xişteyê qanûna budceya federalî ji aliyê hikûmetê ve ye, ji bo ku lez di pejirandina wê de bê kirin, bi merema destpêkirina peredarkirin û bicihanîna pilanan di tevaya waran de.

Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê careke din daxwaz ji hikûmetê kiriye ku lezê di şandina xişteyê qanûna budceya federalî ya sala 2024ê ji bo Civata Nûnerên Îraqê de bike, ji bo ku lez di pejirandina wê de bê kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja Sêşemê, 20ê Sibata 2024ê di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû, “Hikûmet li ser hûrbînkirina xişteyê girêdayî budceya giştî ya sala 2024ê berdewam e û piştî tewmamkirinê jî dê bişîne Civata Nûneran ji bo ku deng li ser wî bê dan”.

Herwesa Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî jî li roja 14ê Adarê ragehandibû, “Zanyarên girêdayî xişteyê budceya 2024ê temam bûye û deqên wê hatine amadekirin û ji Civata Wezîran re hatine şandin”.

Li dû zanyarên çavkaniyên Civata Nûnerên Îraqê, rûniştinên Civata Wezîrên Îraqê bi merema edilandina xişteyê xerciyan berdewam in, herwesa amaje daye ku Civata Wezîrên Îraqê di derheqa wê pirsê de rûniştinên xwe bileztir kirine.