Ji bo cara yekê li deriyê sinoran di carekê de 850 kîlo Eroîn hat desteserkirin

Diyarbekir (K24) - Li Deriyê Gumirka Xabûrê, hejmarek rekor a hişbir hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Bazirganiyê ve hatî dayîn, di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên narkotîkê de ku ji aliyê tîmên Îdareya Gumirkê ve tên kirin, di kontrola ku li Deriyê Gumirkê yê Xabûrê hat kirin de erebeyeke barhilgir di kategoriya "bi rîsk" de hat nirxandin. Di lêgerîna qamyonê de 850 kîlo Eroîna ku di nav kelûpelan de hatibû veşartin hat bidestxistin.

Hat diyarkirin ku cara yekê ye li deriyê sinoran di carekê de 850 kîlo Eroîn hatiye desteserkirin. Hat gotin ku bihayê vê Eroînê milyarek û 300 milyon lîreyên Tirkiyeyî ne.

Lêpirsîna di derheqa bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê berdewam dike.