Welatiyên Besreyê li dijî giranbûna bihayê benzînê xwenîşandanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Welatiyên Besreyê careke din xwenîşandanê dikin û li dijî giranbûna bihayê benzînê ji aliyê hikûmetê ve nerazîbûna xwe diyar dikin.

Welatiyên Besreyê şevêdî (Pêncşem, 28.03.2024) careke din xwenîşandanek kir. Welatiyên Besreyê li dijî giranbûna bihayê benzînê ji aliyê hikûmetê ve nerazîbûna xwe diyar kir û biryara wê red kir.

Hikûmeta Îraqê roja Sêşemê, 26.03.2024, ragehand ku, li serê Gulana bê bihayê benzîna muhesen ji 650 dînaran bo 850 dînaran û bihayê benzîna super ji 1000 dînaran bo 1250 dînaran bilind dike.

Welatiyên Besreyê pêr (Çarşem, 28.03.2024) jî li dijî karkerên biyanî, ku li kompaniyên Îraqî yên wî bajarî kar dikin, xwenîşandanek kir û li ber deriyê civata parzêgeha wî bajarî civiyan û daxwaz ji berpirsên bajarî kir ku ciwanên wan li kompaniyên Îraqî dabimezrînin.

Welatiyên Besreyê ragehandibû ku, ji ber zêdehiya karkerên biyanî li bajarê wan, derfetên karî ji bo xelkê wî bajarî nemane û ciwanên wan ku derçûyên zanîngeh û peymangehan in bêkar in û derfetên karî bi dest wan nakevin.

Bi sedanê welatiyên bajarkê Qerneyê yê bakurê parêzgeha Besreyê jî li roja Çarşemê, 20.03.2024, li dijî nebûna xizmetkariyên serekî û destpêkî xwenîşandaneke nerazîbûnê kir û daxwaziyên xwe arasteyî berpirsên xwecihiya wî bajarkî kirin û daxwaz kir bi zûtirîn dem bersiva daxwaziyên wan ji bo aliyên di ser xwe de bilind bikin.

Pêştir jî li roja 14ê Adara îsal bi sedan welatiyên parêzgeha Besreyê xwenîşandanek kiribû, bi merema derxistina biryara binecihbûna wan di çarçoveya paşkoya perwerdeya wî bajarkî de.

Li sala 2018ê jî xwenîşandanên berfireh li Besreyê hatibûn kirin, ku xelkê wê ji ber gendelî û dizîna samanê wê parêzgehê li dijî hikûmetê serê xwe hildabû, ji bilî wê yekê jî daxwaz kiribû ku milîşyayên nêzî Îranê ji wê parêzgehê derbikevin, heta wê radeyê ku Konsulxaneya Giştî ya Îranê li Besreyê jî şewitandibû.