Dem Partî dixwaze şaredariya Sêrtê ya di destê qeyum de ye vegerîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Sêrtê Dem Partî dixwaze şaredariya ku destê qeyumde ye vegerîne. CHP jî dibêje gelek dengên ji derve hatine Sêrtê ku wan dijî vê yekê gilî jî kirine

Dem Partî dixwaze Şaredariya Sêrtê ya ku 15ê Gulana 2020ê qeyum lê hatibû danîn bi dest bixe û namzetê hevserokatiya şaredariya Sêrtê didi zanîn ewê xebat û deynên qeyum aşkere bikin ku 500 trilyon deyn niha heye û navenda jinan û Pirtukxaneya  Celadet Alî Bedirxan jinuvr ava bikin û xizmetên lezgîn jî demildest pêk bînin.

Namzeta Dempartî ya Hevserokatiya Şaredariya Sêrtê Safiye Alagaş ji K24ê re got: “Pirsgirêkên sereke yên Sêrtê hene ku trafîk pirsgirêk e, otopark pirsgirêk e û her wiha pirsgirêka avê pirsgirêkek kûr e”

Partiya Komarî ya Gel CHP jî li Sêrtê balê dikêşe ku gelek dengên derveyî sêrtê bo sêrtê hatine tomarkirin ku dibe bandorê li encaman bike.

Namzetê CHPê yê Sêrtê Zakîr Ekîncî dibêje: “Li Sêrtê pirsgirêka trafîkê heye, pirsgirêka otopark û avê û bêkariyê heye. Gelek deng ji derve anîne sêrtê 6 hezar deng anîne û dibêjin bo ewlekariya sînor e.”

Welatiyên Sêrtê jî amaje dikin pêdiviyên Sêrtê yên wek av û trafîkê pirsgirêkên serekî ne.

Tîllo û Weysel Qeranî di geştiyariya baweriyê de, çemê botan di xwezayê de, fisteq çandiniyê de remzên girîng in lê li Sêrtê bêkarî %30 e.