Namzeta Hevşarederiya Mezin a Merdînê ji bo nexweşxanê hat rakirin

Devrîm Demîr
Devrîm Demîr

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzeta Hevşarederiya Mezin a Merdînê ji sedema gaza bîberê ji bo nexweşxanê hat rakirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, deme ku namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr xwest li Dibistana Seretayî ya Ataturk a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê sandoqa dengdanê kontrol bike, alozî derket.

Destnîşan kir jî, ji ber aloziyê polîsan bi gaza bîberê destêwerdan kir.

Hat zanîn, Devrîm Demîr di bin bandora gaza bîberê de li erdê ket û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê hat rakirin.