Dîndar Zêbarî: Civaka Navdewletî pabendî parastina Herêma Kurdistanê ye

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Biryara 688 a Civata Ewlehiyê ya Navdewletî biryareke giring bû, wesa kir ku Herêma Kurdistanê çê bibe”. Herwesa dibêje, “Civaka Nadewletî di wê rastiyê gehiştiye ku tenê Herêma Kurdistanê dosta wê ya rastîn e”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Yekşem, 31.03.2024) tevlî odeya nûçeyan a K24ê bû û ragehand, “Biryara 688 a Civata Ewlehiyê ya Navdewletî biryareke giring bû, ev jî bû sedema çêbûna Herêma Kurdistanê û parastina xelkê Kurdistanê ji Rijêma Beis, bi rêya vê biryarê korîdoreke mirovî çê bû”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî amaje da, “Heta niha bi dehan biryarên Civata Ewlehiyê ya Navdewletî hene ji bo nûkirina şandiyên navdewletî li Îraqê, di nav wan de jî behsa rewatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê tê kirin”.

Dîndar Zêbarî ragehand, “Civaka Navdewletî di wê rastiyê gehiştiye ku tenê Herêma Kurdistanê dosta wê ya rastîn e, herwesa Herêma Kurdistanê herêmeke demokrat û cihê pêkvejiyanê ye, ne tenê li Îraqê belkî li deverê hemiyê, Civaka Navdewletî pabendî parastina Herêma Kurdistanê ye”.

Navbirî herwesa got, “Dema ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kir û bi Wezîrê Derve yê wî welatî re civiya, gotinên Blinken gelek ron bûn ku behsa giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir û amaje da ku, giring e ew desthilatdariya serkeftî li vê deverê berdewam bibe”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî tekez jî kir, “Em herêma yekê ne ku li ser astê cîhanê bi wî rengî li Amerîkayê pêşwazî lê hatiye kirin”.

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî roja 5ê Nîsana 1991ê biryareke giring û dîrokî bi hejmar 688 ji bo parastina Kurdan ji êrîş û gefên Rijêma Îraqê bi serokatiya Sedam Hisên derxist.