Serbest Lezgîn: Hevkarî dê bi ziyanpêketiyên şewata bazara Dihokê re bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê ragihand, ewê bi hemû saziyên hikûmet û hizbî re alîkariya ziyanpêketiyên şewata Dihokê bikin.

Endamê Polîrburoya PDKê û Berpirsê Buroya Rêkxistina PDKê li Dihokê Serbest Lezgîn îro di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “mixabin şewata li bazara Çelê ya Dihokê, ziyanên yên madî gelek e, lê bi cihê dilxweşiyê ye ku ti ziyanên canî çênebûne.”

Serbest Lezgîn got: “Em ê bi hemû sazî û hikûmetî û hizbî ve alîkariya wan bikin, ji ber ku êş û karesata wan ya me ye, ti cudahiya me nîne. Hemû welatiyên me ne, lewma em bi erkê xwe dibînin ku em alîkariya ziyanpêketiyan bikin.”

Îro danê sibê li navenda bajarê Dihokê agir bi hejmarek dukanên bazara Çelê ket. Agir piştî çend demjimêran bi hewldana zêdetirî 30 tîmên Berevaniya Şaristanî hat kontrolkirin, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin, tenê 11 endamên tîmên agirkujê ji ber dûmanê tûşî bihntengiyê bûne û hatine dermankirin.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Berevaniya Şaristanî Bêwar Ebdulezîz da zanîn, di bûyera şewatê de zêdetir ji 100 dukanên bazarê ziyan dîtine, lê ti ziyan negihiştiye malên welatiyên nêzîkî bazarê.