Komîsyona Hilbijartinan encamên ji sedî 99.99 ên hejmartina dengan aşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê da xuyakirin, ji sedî 99.99 ê dengan hatine hejmartin û li gor encamên nefermî, CHP 35, AK Partî 24 û DEM Partî 10 şaredariyên mezin û yên bajaran bidest xistine.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê Ahmet Yener got: “34 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên şaredarî yên 31’ê Adara 2024 bûne. Bi 207,848 sindoqan, 61 milyon, 441 hezar 882 dengderên tomarkirî hilbijartin hatiye encamdan.”
Diyar kir jî: “Di şaredariyên bajarên mezin de, bi rêjeya %99.99 sindoq hatine vekirin. rêjeya beşdarî bo şaredariya mezin %78.11 e. ji bo şaredariyên bajaran %99.95 sindoq hatine vekirin û rêjeya beşdariyê %78.7 e.”
Ahmet Yener got: “Li gor encamên nefermî, CHP 35, AK Partî 24, DEM Partî 10, MHP 8, Yenîden Refah 1 û Îyî Partî 1 şaredarî bidest xistine. CHP 14 şaredariyên bajarên mezin, AK Partî 12, DEM Partî 3 û Yenîden Refah 1 şaredariyên mezin bidest xistine.”