Li Diyarbekirê jin û zilamek hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li navçeya navendî ya Diyarbekirê ya Rezan, jin û zilamek di nav deriyê avahiyeke pirqatî de hatine kuştin. Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat ragihandin ku li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê, jin û zilamek ku tê îdiakirin di navbera wan de têkiliyeke dilînî hebûye, di nav deriyê avahiyeke pirqatî de ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e ve bi êrîşa çekdarî hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketin, jina bi navê Sevda M û Mehmet S ku di malekê de bi hev re dijiyan, di encama kemînekê de hatine kuştin.

Hat ragihandin ku cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.