Xelîl Xazî: Me daxwaza qerebûkirina zirardîtiyên lehiya Dihokê ji Îraqê kiriye

Xelîl Xazî
Xelîl Xazî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Me wekî firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê daxwaz ji Civata Nûnerên Îraqê kiriye ku nivîsarekê ji bo qerebûkirina zirardîtiyên lehiya Dihokê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bike”.

Endamê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Xelîl Xazî îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Me wekî firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê daxwaz ji Civata Nûnerên Îraqê kiriye ku nivîsarekê ji bo qerebûkirina zirardîtiyên lehiya Dihokê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bike”. Herwesa got, “Civata Nûnerên Îraqê deng li ser wê daxwazê daye lê divê biçe Civata Wezîran, ew dê biryarê li ser qerebûkirinê bidin”.

Xelîl Xazî ku di eynî demê de li Civata Nûnerên Îraqê Nûnerê Xelkê Dihokê ye jî amaje da, “Di bendên 1 û 3 yên madeya 2ê de, her sal 500 milyar dînar ji bo budceya hawarhatinê hatine terxankirin, lewma her karesateka rû bide, divê hikûmet lê xwedî derbikeve”.

Navbirî tekez jî kir, “Me wekî perlemanterên firaksiyona PDKyê çi carekê sistî di wê mijarê de nekiriye, em givaştinan jî dixin ser Hikûmeta Îraqê ji bo ku xelkê me yê zirardîtî qerebû bike. Herwesa em dê li ser lidûçûna xwe berdewam jî bin, heta hikûmet biryarekê di wî warî de dide”.

Endamê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Me li Civata Nûnerên Îraqê deng li ser wê daxwazê daye. Heta niha çi behane li ser wê mijarê nebûne, lewma Hikûmeta Îraqê li ser qerebûkirinê pabend e. Bes ew dimîne ka awayê qerebûkirinê çawa ye, li dû çi pîver dibe û qerebû çend e, lewma divê lijneyek helsengandinê ji bo ziraran bike”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê û îdareya serbixwe ya Zaxoyê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên Dihokê û Zaxoyê lehî rabûn û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.