Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike

Serok Barzanî û Yan Brem
Serok Barzanî û Yan Brem

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike û radigehîne, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî pakij û azad û bê desttêwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKyê jî ji ber wê yekê bû ku pilana şkandina îradeya xelkê Kurdistanê ser negire”.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Baregayê Barzanî belav kiriye, “Di wê hevdîtinê de her du aliyan ronahî berda ser mijara hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên PDKyê li ser hilbijartinan. Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê zêdebarî amajedana bi giringiya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragehand ku, welatê wî bi wê yekê re ye ku Herêma Kurdistanê bihêz û seqamgir be û alozî û nîgeraniyên navbera aliyên wê yên siyasî bên çarekirin”.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê herwesa amadehiya welatê xwe jî ji bo alîkaîkirina aliyên Herêma Kurdistanê pêxemetî nehêlana qeyranên siyasî û çarekirina arêşeyan bi Hikûmeta Îraq re nîşan da.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî pesna rolê Fransayê kir ku piştevana doza gelê Kurdistanê bûye û peywendiya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê wekî peywendiyeka dîrokî û bêhempa wesifand.

Serok Barzanî tekez jî kir ku PDK damezrînera rewatî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû, ev du sal bûn PDKyê hemî bizav kirin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin lê rê li kirina hilbijartinan hat girtin, û bi awayekê eşkere pena ji bo destê derve û Dadgeha Federalî hat birin ku arêşe ji bo hilbijartinên pakij û zelal bên çêkirin.

Serok Barzanî herwesa got, “Bêbarkirina pêkhatên neteweyî û olî ji hilbijartinan, bêbarkirina bi sedan hezar dengderan ji dengdanê, bêbarkirina Helebceyê ji hejmara rastîn a kursiyan û sepandina pilanên nedurist di hilbijartinan de wesa dikin ku hilbijartin nûnerîtiya dengên rastîn ên xelkê Kurdistanê nekin”.

Serok Barzanî eşkere jî kir, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî pakij û azad û bê desttêwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKyê jî ji ber wê yekê bû ku pilana şkandina îradeya xelkê Kurdistanê ser negire”.

Serok Barzanî di pareka dî ya wê civînê de pêdivî zanî ku hemî kêmûkasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û qanûnî bên çarekirin û îrade û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê li dûrî pilan û encamên pêşwext ser bigire. Daxwaz jî kir ku Civaka Navdewletî ji bo çavdêrî û gerentîkirina hilbijartinan bi awayekî azad û rastîn, ku di xizmeta rewatî û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê de be, alîkar be.