Mehmûd Mihemed: PDK li ser helwesta xwe rijd e û çi desttêwerdanên neqanûnî di hilbijartinan de qebûl nake

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê PDKyê radigehîne, “PDK li ser helwesta xwe rijd e û çi desttêwerdanên neqanûnî di hilbijartinan de qebûl nake û pêdivî dibîne ku hemî kêmûkasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û qanûnî di hilbijartinan de bên çarekirin û serrastkirin”.

Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ronkirinek belav kir ku tê de hatiye, “Îro êvarê li dezgeheka medyayî nûçeyek hatiye belavkirin ku qaşo PDKyê daxwaza paşxistina hilbijartinan ji bo demeka dî kiriye, ji bo ku bi eynî şert û pilan û qanûnên niha tevlî hilbijartinan bibe. Em li vê derê radigehînin ku ev nûçe bêbingeh e û PDK li ser helwesta xwe rijd e”.

Berdevkê PDKyê tekez jî kir, “Paşxistina hilbijartinan wekî bijardeyek bi PDKyê re hatiye behskirin ji bo ku PDK tevlî hilbijartinan bibe û em li vê derê tekez dikin ku PDK herdem bi piroseya hilbijartinan a bi awayekî destûrî û şefaf û zelal e. Eger hilbijartin ji bo demeka dî jî bên paşxistin, divê ew serrasttkirinên destûrî û qanûnî û teknîkî bên kirin ên ku ji bo hilbijartinan bi awayekê pakij û şefaf pêdivî ne”.

Deqê ronkirina Berdevkê PDKyê

Îro êvarê li dezgeheka medyayî nûçeyek hatiye belavkirin ku qaşo PDKyê daxwaza paşxistina hilbijartinan ji bo demeka dî kiriye ji bo ku bi eynî şert û pilan û qanûnên niha tevlî hilbijartinan bibe.

Em li vê derê radigehînin ku ev nûçe bêbingeh e û PDK li ser helwesta xwe rijd e û çi desttêwerdanên neqanûnî di hilbijartinan de qebûl nake û pêdivî dibîne ku hemî kêmûkasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û qanûnî di awayê hilbijartinan de bên çarekirin û serrastkirin, ji bo ku hilbijartin bi awayekê pakij û azad û destûrî bên kirin û tevaya welatiyên Kurdistanê bi hemî pêkhatên xwe ve mafê dengdanê hebe û destkarî di encamên hilbijartinan de jî neyên kirin”.

Paşxistina hilbijartinan wekî bijardeyek bi PDKyê re hatiye behskirin ji bo ku PDK tevlî hilbijartinan bibe û em li vê derê tekez dikin ku PDK herdem bi piroseya hilbijartinan a bi awayekî destûrî û şefaf û zelal e. Eger hilbijartin ji bo demeka dî jî bên paşxistin, divê ew serrasttkirinên destûrî û qanûnî û teknîkî bên kirin ên ku ji bo hilbijartinan bi awayekê pakij û şefaf pêdivî ne.

 

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKyê

01ê Nîsana 2024ê