Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “Em haydarî bizavên Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên Îraqî ji bo diyarkirina jivanekî ji bo hilbijartinan bi awayekê azad li Herêma Kurdistanê ne”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller duhî (Çarşem, 01ê Nîsana 2024ê) di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û helwesta PDKyê û serdana Balyoza Amerîkayê li Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê de ragehand, “Em tê digehin ku Serokê Herêma Kurdistanê û desthilatdar û partiyên siyasî yên Îraqê bi awayekî çalak ji bo pêngavên paşerojê kar dikin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da ku, ji bo diyarkirina jivanekî ji bo hilbijartinan bi awayekî dadperwer û azad û gelek baş li Herêma Kurdistanê piştevaniya wan bizavan dikin.

Ev di demekê de ye ku piştî rojekê ji civînên xwe yên bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski roja Yekşemê, 31.03.2024, ragehand, “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.