Hêmin Hewramî: Dadgeha Federalî li ser demokrasiya Îraq û Herêma Kurdistanê gef e

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê li Korbenda Fîkreyê, ku girêdayî Enstîtûya Waşintonê ya Siyaseta Rojhilata Navîn e, gotarek li ser rolê Dadgeha Bilind a Federalî di têkdana demokrasiyê li Îraqê de belav kir.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî di gotara xwe de amaje daye, “Edilandina nedestûrî ya sala 2021ê, ku pêdaçûn ji bo madeya 3ê ya qanûna hejmar 30 a sala 2005ê kir, hevsengiya nûneratiyê li Dadgeha Federalî têk da. Ev jî bi nehêlana mafê Herêma Kurdistanê ji bo danana endamekî, bi vî awayî jî hevsengiya neteweyî û olî û li Îraqê têk çû”.

Ji bilî wê yekê jî, Hewramî di gotara xwe de bal kêşaye ser wê yekê ku çawa Dadgeha Federalî ji sinor û çarçoveya erkê xwe derbaz bûye, ev jî bi rêya berfirehkirina desthilatên xwe ji bo warên wekî edilandina destûrî û çavdêrîkirina qanûndananê.

Vê gotarê amaje daye çend mînakan ku biryarên Dadgeha Federalî di berjewendiya hin komên siyasî de bûne û otonomiya Herêma Kurdistanê têk daye û piroseya demokrasî li Îraqê xistiye rewşeke metirsîdar.

Ergûmenta serekî ya wê gotarê ew e ku Dadgeha Federalî “peyrewê navxweyî pejirandiye”, ku di demekê de dibe sedema arêşeyên qanûnî û siyasî yên mezin, herwesa “destûr û heta qanunê bi xwe jî binpê dike, qanûna rêkarên sivîl ên Îraqê jî binpê dike”.

Hewramî tekez li ser destdirêjiyên Dadgeha Federalî yên li ser edilandina destûrî dike û ron dike ku Dadgeha Federalî “rolê edilandina destûrî” daye xwe.

Navbirî herwesa haydarî da ku Dadgeha Federalî bûye amrazek ji bo yekalîkirina duberekiyên siyasî û gefkirina li sîstema federalî û guhertina wê ji bo “diktatoriya dadwerî”.

Zêdebarî wê yekê jî, Hewramî di gotara xwe de amaje daye, “Ji ber ku Dadgeha Federalî rolê destûrî binpê kiriye û bûye alavek ji bo ecêndayên siyasî, yek ji du dadwerên Kurd ên wê dadgehê dest ji karê xwe berdaye”.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî li dawiya gotara xwe jî tekez li ser pêdivîtiya bilez a çaksaziya Dadgeha Federalî ji bo parastina cudakirina desthilatan û rêgirtina li siyasîkirina vê dezgehê kiriye, daxwaza serrastkirina tevalî ya kiryarên Dadgeha Federalî kiriye û tekez kiriye ser giringiya parastina demokrasiyê di destûrê Îraqê de bi rêya çavdêrîkirina dadweriya durist û pabendbûna bi serweriya qanûnê.