Li navçeya Curnê Reş a Ruhayê hilbijartin betal bû

Curnê Reş
Curnê Reş

Diyarbekir (K24) – Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê biryar da ku li navçeya Curnê Reş a Ruhayê hilbijartin werin betalkirin û her wiha di biryarê de tê gotin ku dê hilbijartin 2yê Hezîranê de were kirin ku li Curnê Reş Dem Partî bi ser ketibû.

Hilbijartinên Curnê Reş a Ruhayê yên şaredariyê hatin betalkirin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryara betalkirina hilbijartinên Cûrnê Reş da ku di hilbijartina 31ê Adarê de li Curnê Reş namzetê Dem Partîyê Serhan Paydaş %33.20, namzetê Ak Partiyê Alî Bayik jî %30.72yê dengan wergirtibû.

Li ser îtîraza Ak Partiyê ya bo 15 sendoqan jî Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryar da ku deng ji nû ve werin hejmartin û paşê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin were betalkirin û 2yê Hezîranê de careke din were kirin. Di hilbijartinên 2019an ên şaredariyan de li Curnê Reş Ak Partiyê %49ê dengan wergirtibû û HDPê jî %33yê dengan wergirtibû.