Şarezayekê Destûrî: Bê tevlîbûna PDKyê, mistehîl e hilbijartin bên kirin

Rencber Cemal
Rencber Cemal

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekê Destûrî radigehîne, “Ev çend sal in ku xelkê Herêma Kurdistanê wekî partiya piraniyê dengê xwe dide PDKyê. Eger PDK tevlî piroseya hilbijartinan nebe, ji aliyê lojîkî ve mistehîl e hilbijartin bên kirin”.

Şarezayê Destûrî û Mamostayê Zanîngeha Zaxoyê Dr. Rencber Cemîl îro (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) di çarçoveya geşteke nûçeyên K24ê de ragehand, “Li her welatekî cîhanê hilbijartin ji bo guhertina desthilatê tên kirin û ew ji bo demokrasiyê pîverek e".

Wî Şarezayê Destûrî ron jî kir, “Hilbijartin bi awayekî tên kirin ku nêrîna demokratîk zêdetir berfireh bibe û guhertina desthilatê bi îradeya welatiyan be. Di destûrê Îraqê de jî hatiye ku gel biryarê dide, ne ku sepandin be”.

Wî Mamostayê Zanîngeha Zaxoyê herwesa got, “Ji ber awayê hilbijartinan, PDKyê boykot kiriye ku Dadgeha Federalî mijarek sepandiye ku yekalîkirina encamên hilbijartinan pêşî hilbijartinan e. Sînaryoyek amade kiriye ku berî hilbijartin bên kirin encam hatine yekalîkirin”.

Dr. Rencber Cemîl amaje jî da, “Eger bi vî awayî hilbijartin bên kirin, hingê giringî bi biryar û nerîna xelkî nayê dan, lewma jî PDK wekî partiya piraniyê, ku bi salan e xelkê Kurdistanê dengê xwe dide wê, eger tevlî piroseya hilbijartinan nebe, ji aliyê lojîkî ve mistehîl e hilbijartin bên kirin, lewma jî ez bawer nakim piroseyeke siyasî ya bi wî awayî serkeftî be”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê roja Çarşemê, 21.02.2024, jî ji bo yekalîkirina skalayan civiya, yên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.