Dadgeha Federalî skalaya dijî şandina 618 milyar dînaran ji bo Herêma Kurdistanê red dike

Dadgeha Federalî ya Îraqê
Dadgeha Federalî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federalî ew skalaya ku li dijî şandina zêdetirî 618 milyar dînaran ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin yekalî kir û ragehand, “Ew skala hat redkirin ji ber ku çi bingeheke qanûnî nebû”.

Dadgeha Federalî ya Îraqê di rûniştina îro (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) de, daxwaza qanûnî ya hejmar 54 a girêdayî wê skalaya ji aliyê Mistefa Cebar Sened ve li ser Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatibû tomarkirin, ku li roja 14.01.2024ê briyar li ser şandina 618.587.029.346 dînaran ji bo mûçeyên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû, bi wê behaneyê ku biryara Sûdanî berovajî qanûna budceyê bû, red kir û ragehand, “Ew skala hat redkirin ji ber ku çi bingeheke qanûnî nebû”.

Roja Yekşemê, 18.01.2024, Civata Wezîrên Îraqê biryar da ku li dû budceya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê, herwesa li dû xerciyên rastîn, 618 milyar dînaran ji bo Çileya îsal ji Herêma Kurdistanê re bişîne.