Serok Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di çarçoveya pêşwaziya li Jeanine Plasschaert de tekezî li wê kir, Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî ne û ne bi awayekî ne ku rêz li qewareya Herêma Kurdistanê bigire.

Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Nîsana 2024an pêşwazî li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jenine Plasschaert kir.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û Jenine Plasschaert ji bilî amajepêdan bi rola Serok Barzanî û PDKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de, amaje bi wê kir kir ku haya wê jê heye ku ev du sal in PDK amade ye hilbijartinan di dema xwe de bên kirin û niha jî têdigihin nîgeraniyên PDKê yên derbarê hilbijartinan de û tekezî li ser pêwîstiya beşdariya PDKê di hilbijartinan de kir û got ku pêkanîna hilbijartinan bê PDKê, pêvajoyek zehmet e.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî sedemên helwesta PDKê rave kir û got ku Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî ne û ne bi awayekî ne ku rêz li qewareya Herêma Kurdistanê bigire.

Herwiha Serok Barzanî got, bêparkirina pêkhateyan ji nûneratiya wan dê ziyaneke mezin bigihîne pêkvejiyana ku bi dehan salan e gelê Kurdistanê ji bo têdikoşe. Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin ji ber ku ew neteweyên cuda ne û divê hest bi hebûna xwe li Kurdistanê bikin. Parlamenek bê neteweyên din, dê parlameneke kulek û netemam be.

Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya birêveçûna helbijartinê kir, lê hilbijartinek ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide, azad û şefaf û dûr ji destêwerdanên derve û dîzayna pêşwext a encaman be.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi wê kir, PDKê li Herêma Kurdistanê damezrênera rewatî û hilbijartinê bû û bi xwe jî di sala 1991ê li Koyê got ku divê em ji rewatiya şoreşgerî derbasî rewatiya yasayî bibin.

Serok Barzanî bal kişande ser rewşa Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku rêkeftin li Iraqê tê binpêkirin, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê rêkeftina me bi aliyên siyasî re li ser pêkanîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hebû, lê niha ti xalek ji wê rêkeftinê cibicî nebûne. Ligel wê jî li Bexdayê bi awayekî nedestûrî destêwerdan di jiyana gelê Kurdistanê de kirine û mûçeyên wan weke çek ji bo têkdana aramiya Herêmê û acizkirina gelê Kurdistanê bikar tînin.

Serok Barzanî bi pêwîstî jî zanî ku ji bo birêveçûna hilbijartineke paqij û şefaf, kêşeyên teknîkî bên çareserkirin û bi çavdêriya civaka navdewletî bên kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Nûnera Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ji Serok Barzanî re ragihand, di raporta xwe ya ji bo Encûmena Asayişa Navdewletî de behsa mijara mûçe jî kiriye û nabe ti cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê de hebe û ew di wê hewlê de dibe ku pirsa mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re behs bike.

Plasschaert  pêşniyar kir ku ji bo hilbijartinên Herêmê divê tîmek Neteweyên Yekbûyî hevkar be ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên ku têbîniyên PDK li ser hene.

Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo parastina proseya demokratîk û aramiya Herêmê, divê pirsgirêkên li pêşiya hilbijartinan bên çareserkirin.