YSK'ê postê Serokê Şaredariya Wanê ji namzedî PEM Partiyê re vegerand

Abdullah Zeydan
Abdullah Zeydan

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê, postê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan re vegerand.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, mazbataya ku dabû namzetê AK Partiyê, careke din da Abdullah Zeydan ê ku ji DEM Partiyê wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbijartin. 

Namzedê Dem Partiyê Abdullah Zeydan roja 31ê Adara 2024an, bi rêjeya 55% ya dengan di hilbijartinên Şaredariya Wanê de serkeftin li ser hevrikê xwe namzedê AK Partiyê Abdulhet Arvas anî, lê Dadgeha Tirkiyeyê li ser skalayeka Arvasî biryar da ku namzediya Zeydan ji bo postê Serokatiya Şaredariya Wanê bê helweşandin.

Li ser vê biryarê jî li bajarên Wan, Diyarbekir, Şirnex, Bidlîs, Hîlwan, Gever û çendîn û bajar û navçeyên din yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi armanca piştevaniya îradeya xelkê Wanê, xwepêşandan hatin kirin.

DEM Partî, li ser pêşhatan serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê da û daxwaza betalkirina biryara komîsyona bajarê Wanê kir. Komîsyonê jî bi piraniya dengan biryar da, postê Serokatiya Şaredariya Wanê bo Ebdullah Zeydan were vegerandin.

Rêveberiya DEM Partiyê, biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê parve kir û got, xwargirî û çalakiyên gelê Kurd gihiştiye armancê.