Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta Iraqê dike ku Kurdên Feylî qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Iraqê dike ku di hemû waran de Kurdên Feylî qerebû bike, regezname û mal û milkê wan vegerîne û pirsgirêkên wan çareser bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û got: “Îro em 44emîn salvegera jenosîda bi hezaran Kurdên Feylî bibîr tînin ku di şepêleke hovane ya rêjîma wê demê ya Iraqê de, ji ber kurdbûna xwe û piştgiriya şoreşa Kurdistanê hatin kuştin, girtin, derbiderkirin û wendakirin û regezname, mal û milk ji wan hatin standin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Di vê boneyê de, em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a tawanan a Iraqê ku ev tawan bi jenosîd nas kiriye, Kurdên Feylî qerebû bike regezname û mal û milkê wan vegerîne û pirsgirêkên wan çareser bike. Ji bo vê yekê em ê xebatên xwe bidomînin û çi alîkarî pêwîst be em ê bidin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Jenosîda Kurdên Feylî û hemû hewlên jinavbirin û tawanên li dijî gelê Kurdistanê, dîrokeke reş û paşerojeke tal û tijî şaşî ya Îraqê ye ku bûye sedema êş û nearamiyê bo welat. Divê ev dîrok ji bo me hemûyan bibe pend û wane ji bo paşerojek baştir li ser bingehê yekîtî û hevpejirandinê Iraqê sûd jê were wergirtin.”