Bi razîbûna Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li sinorê qezaya Amêdiyê tê danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên xizmetkarî li sinorê qezaya Amêdiyê tê danan. Parêzgerê Dihokê dibêje, “Heftiya bê jî em dê berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên din jî li sinorê vê qezayê dabinin”.

Bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çavdêriya Parêzgerê Dihokê Elî Teter, îro (Pêncşem, 04.04.2024) berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên xizmetkarî li her du nahyeyên Çemank û Sersinkê li sinorê qezaya Amêdiyê bi gojimê zêdetirî şeş milyar dînaran hat danan.

Hejmareka wan pirojeyan ên ku berê binyatî jê re hatiye danan:

1.    Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya Geliyê Çelok - Siyarê bi dirêjahiya heft kîlometran û bi gojimê yek milyar û 374 milyon dînaran.

2.    Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya Avokê bi dirêjahiya şeş kîlometran û bi gojimê yek milyar û 32 milyon dînaran.

3.    Danana berê binyatî ji bo çêkirina rêya gundên Spîndar - Çelokê bi dirêjahiya sê kîlometran û bi gojimê 659 milyon dînaran.

4.    Gehandina hêla karebê ji bo gundê Avokê û geliyê Avokê bi gojimê 216 milyon dînaran.

5.    Danana berê binyatî ji bo bicihanîna hejmareka pirojeyan li sinorê nahyeya Sersinkê bi gojimê du milyar û 375 milyon dînaran.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Ew piroje bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li ser budceya taybet a parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn”.

Parêzgerê Dihokê amaje jî da, “Bi bicihanîna van pirojeyan, kertê geştyarî li sinorê qezaya Amêdiyê û taybet li her du nahyeyên Sersink û Çemankê pêş dikeve. Heftiya bê jî em dê berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên din jî li sinorê vê qezayê dabinin”.