Xelatê rêzlêgirtinê pêşkêşî xwediyên hotel û motelên Dihokê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKyê ya Dihokê xelatê rêzlêgirtinê pêşkêşî xwediyên wan hotel û motelan dike yên ku cihê hewandinê ji bo zirardîtiyên lehiyên Dihokê dabîn kiribû.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê ya Dihokê Serbest Lezgîn îro (Pêncşem, 04.04.2024) di merasîmekê de xelatê rêzlêgirtinê pêşkêşî hemî xwediyên wan hotel motelên bajarê Dihokê kir ên ku di dema lehiya berî çend rojan de cihê hewandinê ji bo zirardîtiyên lehiyên Dihokê dabîn kiribû û alîkariya wan kiribû.

Serbest Lezgîn di gotarekê de amaje da, “Ez bi navê hemî xelkê Dihokê spasiya xwediyên wan hotel û motelan dikim ên ku îro amade ne û di dema lehiya berî çend rojan de alîkariya zirardîtinên lehiyê kir û cihê hewandinê jê re dabîn kir. Her ev ji xelkê me tê çaverêkirin û divê em hemî alîkarên hev bin”.

Navbirî herwesa eşkere jî kir, “Di dema borî de alîkariya zêdetirî hezar û 300 malbatên zirardîtiyên lehiyê hat kirin û herwesa 150 yekîneyên akincîbûnê bi wan welatiyan hatin dan ên ku di verêja lehiyê de zirareke zêde gehiştibû xaniyên wan”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bû.

Ji ber wê pêla baranê, li çend taxên Dihokê û Zaxoyê lehî rabûn û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin, hejmareke rêyan girt û sê kes jî mirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.

Xwediyên hotel û motelên bajarê Dihokê jî her zû deriyên hotelên û motelên xwe ji zirardîtiyên lehiyê re vekirin û ew ji bo dema çend rojan hewandin heta ku apartman û navmalî bi wan hatin dan.