Lwîs Sako: Em helwesta bergiriyê ya Serok Barzanî li beranberî pêkhatan ji bîr nakin

Lwîs Sako
Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) - Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê amajeyê dide ku ew helwestên Serok Barzanî ji bîr nakin. Herwesa dibêje, “Kursiyên kutayan hatine revandin”.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako îro (Pêncşem, 04.04.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Serok Barzanî berdewam bergirî ji mafên pêkhatan kiriye û qet xemsarî li beranberî wan nekiriye, lewma em dê helwestên wî ji bîr nekin”.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê tekez jî kir ku, helwestên Serok Barzanî li beranberî kuta û pêkhatan dê bimînin, taybet ku tekîd li kursiyên wan li Perlemana Kurdistanê kir.

Lwîs Sako herwesa hêvî kir ku Îraq xelkê xwe himbêz bike, ne ku stemê lê bike.

Navbirî herwesa got, “Em gelek spasdarên wê qebûlkirina germ in ku li Herêma Kurdistanê pêşkêşî tevaya pêkhatan hatiye kirin, em wekî Kiristiyan hest dikin ku ev der mala me ye û em xelkê vê deverê ne. Em li vê derê xwediyên serbilindî û azadiya xwe ne, em çanda xwe diparêzin, ev gulek e bi laşê Herêma Kurdistanê û Îraqê ve, ne ku stiriyek e wekî ku hindek kes hizir jê dikin”.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê tekez jî kir, “Em hêvîdar in aliyê federalî jî feydeyî ji vê ezmûnê werbigire û zêdetir bike, xelkê xwe himbêz bike, ne ku neçarî koça bizorî bike, stemê lê bike û derbixe, bi rastî em azareke zêde li ser vê mijarê dikêşin”.

Lwîs Sako tekez jî kir ku Serok Barzanî qet xemsarî di derheqa wan de nekiriye, taybet dema ku DAIŞê ew derxistin û di dema vekêşana mersûma komarî de jî, bi awayekî Serok Barzanî hin gotin kirin ku dê herdem di bîrdanka Kiristiyanan de bimînin û em dê ji bîr nekin dema gotî, “Em bi hev re dijîn û dê bi hev re bimirin jî”. Ev gotinek e em nabihîzin, gotineke ji zêrî”.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Tîrmeha 2023ê biryara hilweşandina mersûmekê da, ku Patiryark Lwîs Sako wekî Serokê Kenîseya Kiristiyanan li Îraqê nasandibû. Tevî ku rûdana Sako di gelek rojnameyên navdewletî de belav jî bû lê Letîf Reşîd tekez li ser helwesta xwe kir.

Desthilata Dadwerî ya Îraqê li Tîrmehê biryara vexwandina Sako bi tometa sivkatîpêkirin û civîndan û navzirandinê da, ev jî bi piştbestinê bi daxwazeke qanûnî bû ku ji aliyê parêzereke girêdayî milîşyayên Babîlonê ve, ku pareke hêzên Heşda Şebî ye û Reyan Kildanî serokatiya wê dike, hatibû tomarkirin. paştir Sako ji Bexdayê derkeft û berê xwe da Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.