Di navbera çekdarên Mihemedê Hecî Mehmûd û Ebdilayê Hecî Mehmûd de şer çê bû

Mihemedê Hecî Mehmûd û Ebdilayê Hecî Mehmûd
Mihemedê Hecî Mehmûd û Ebdilayê Hecî Mehmûd

Silêmanî (K24) - Piştî bidawîhatina karên Kongireya Heştê ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û dûrxistina Ebdilayê Hecî Mehmûd ji wê partiyê, alozî û şer di navbera çekdarên Mihemedê Hecî Mehmûd û Ebdilayê Hecî Mehmûd de çê bûn.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragehand, “Piştî ku çekdarên Mihemedê Hecî Mehmûd bizav ji bo standina xaniyê Ebdilayê Hecî Mehmûd kir, ji aliyê zêrevanên Ebdilayê Hecî Mehmûd ve rê lê hat girtin û rûbirûbûneke dijwar di navbera wan de çê bû”.

Ebdilayê Hecî Mehmûd ji aliyê xwe ve ragehand, “Bi RPGyan êrîşî mala min hatiye kirin û kurê min birîndar e”.

Îro (Pêncşem, 04.04.2024) Kongireya Heştê ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê hat kirin û bi piraniya dengan Mihemedê Hecî Mehmûd careke din wekî serokê wê partiyê hat hilbijartin.

Berî wê kongireyê jî bi biryareke serkirdetiya wê hizbê, Ebdilayê Hecî Mehmûd û çend kadirên dî yên wê partiyê hatin dûrxistin û mafê tevlîbûna di wê kongireyê de jî pê nehat dan. Herwesa piştî guhertina peyrewê navxwe jî, hemî post ji aliyê endamên kongireyê ve hatin pirkirin.

Ebdilayê Hecî Mehmûd û endamên din ên mekteba siyasî û serkirdetiyê ku hatine dûrxistin di derheqa Kongireya Heştê ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê de amaje da, “Îro di pêngaveke dûr ji hemî pirinsîpên karê siyasî, bi îradeya kitekesî ya çend kes û koman bi navê kongireya neasayî ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê şanogeriyeke bêbingeh tê kirin”.