Amîna Zikrî: PDK pabendî biryarên Dadgeha Federalî nabe

Amîna Zikrî
Amîna Zikrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Mekteba Siyasî ya PDKyê dibêje, “PDK pabendî biryarên Dadgeha Federalî nabe ji ber ku ew dadgeh sîstemeke diktatorî çê dike û xwe li ser tevaya dezgehên din ên dewletê disepîne”.

Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê Amîne Zikrî tevlî bernameya Xê bû ku ji aliyê Kovan Izet ve li ser şaşeya K24ê tê pêşkêşkirin û ragehand, “PDKyê ji berî du salan berdewam tekîd li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikir ku di dema xwe ya diyarkirî de bên kirin, lê YNK ji ber hejmareke arêşeyên navxweyî amade nebû ku hilbijartin bên kirin”.

Amîna Zikrî amaje jî da, “PDKyê piştevaniya her çar mersûmên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan kiriye”.

Wê Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê amaje jî da, “YNKyê ji ber hejmareke arêşeyên navxweyî tirs ji hilbijartinan heye, lewma jî berdewam ji wê berpirsyarîtiyê reviye”.

Navbiriyê herwesa got, “PDKyê tekez li ser hilbijartinan kiriye ji bo ku dezgehên qanûnî kar bikin û erk û rolê xwe bi cih bînin”.

Amîna Zikrî ron jî kir, “Biryarên Dadgeha Federalî ne destûrî ne û siyasî ne, lewma PDKyê têbîniyên hûr û rijd li ser wan biryaran hene, xasma ku heta niha 11 biryar li dijî Herêma Kurdistanê derxistine û ew dadgeh bûye şûngira hemî dezgehên din ên Îraqê”.

Wê Endama Mekteba Siyasî ya PDKyê tekez jî kir, “PDK pabendî biryarên Dadgeha Federalî nabe ji ber ku ew dadgeh sîstemeke diktatorî çê dike û xwe li ser tevaya dezgehên din ên dewletê disepîne”.

Amîna Zikrî ron jî kir, “PDKyê çend şand li ser nîgeraniyan şandine Bexdayê, taybet ji bo danûstandinên li ser nîgeraniyên xwe û hemî jî gehandine Çarçoveya Hevahengiyê”.

Di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî, Amîna zikrî tekez kir ku PDK ji ber hebûna têbîniyan tevlî hilbijartinan nabe belkî hejmareke şertên pêşwext heye.

Navbiriyê bal kêşa ser wê yekê jî ku PDK û Herêma Kurdistanê du rûyên yek diravî ne, heta Civaka Navdewletî jî vê nûsiyan û hevgirtina PDK û qewareya Herêma Kurdistanê li ber çav werdigire û wekî Hikmet dibîne, herwesa ev wesa dike ku hilbijartin bê PDK giran bin.