Pêşewa Hewramanî: Bi piştevaniya Xudê û xweragiriya gelê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî girêyên hişk vekirin

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Bi piştevaniya Xudayê mezin û xweragiriya gelê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî karî girêyên hişk vebike û Herêma Kurdistanê ji wê arêşeya ku hevrûşî wê bûbû derbaz bike”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Înî, 05ê Nîsana 2024ê) li ser tora civakî ya Facebookê belav kiriye, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî karî girêyên hişk vebike û Herêma Kurdistanê ji wê arêşeya ku hevrûşî wê bûbû derbaz bike”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsiye, “Niha ko asman ron bûye, em hêvîdar in çi dûkelên destçêkirî serê sibeha Kurdistanê şêlû nekin”.

Wezareta Darayî û Aborî îro (Înî, 05ê Nîsana 2024ê) lîsta parvekirina mûçeyên fermanberan û mûçexurên dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir û berî cejna Remezanê mûçeyên tevaya mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bên parvekirin”.

Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li civîna 27ê Adara 2024ê wezareta Darayî û Aborî ji bo parvekirina mûçeyên meha Sibatê û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeyên meha Adarê û mehên paştir jî raspart, wê wezaretê di dema heftiyekê de mûçeyên meha Sibatê parve kirin û lîsta mûçeyên meha Adarê jî amade kir û ji Bexdayê re şand.

Piroseya parvekirina mûçeyên meha Sibatê li roja Şemiyê, 30ê Adara 2024ê hat destpêkirin û li roja Pêncşemê, 04ê Nîsana 2024ê, bidawî hat.