Romanowski: Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya tevan de ne

Alina Romanowski
Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê radigehîne, “Peywendiyên avaker ên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo tevan di berjewendiya pêşveçûna ewlehî û seqamgirî û aborî de ne”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Yekşem, 07ê Nîsana 2024ê) li ser tora civakî ya Xê ragehand ku, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re behsa wê yekê kiriye ku çawa peywendiyên avaker ên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo tevan di berjewendiya pêşveçûna ewlehî û seqamgirî û aborî de ne.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê amaje jî daye, “Hilbijartin bi awayekî azad, dadperwer û şefaf xweragirî û nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav Hikûmeta Federalî bihêztir dike”.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di derheqa civîna Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowski de ragehandiye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski re jî civiya”.

Di wê civîn de jî, her du aliyan li ser dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li jêr ronahiya dawî pêşkeftinan û lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Şemî, 06ê Nîsana 2024ê) gehişt Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê û aliyên siyasî û balyozên welatan li Îraqê re civiya.