Bakurê Kurdistanê cejna Remezanê bi baranê derbas dike

Diyarbekir (K24) - Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tê payîn ku şiliyeke bibandor çê dibe.

Di daxuyaniya Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê de hatiye destnîşankirin ku barana bibirûsk dê ji seetên sibe (Sêşem, 09.04.2024) dest pê bike û ji bo vê yekê jî welatî hatin hişyarkirin da ku li hember lehiyan baldar bin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dê baraneke bibandor bibare.

Li gorî wê daxuyaniyê, baran dê ji sibê pê ve li Hatayê, li bakur û başûrên Edeneyê, li Osmaniyeyê, li Mereş, Dîlok, Kilîs û Semsûrê bibare û sibê ji nîvrojê bi şûn ve jî barana bibirûsk dê bandora xwe li Riha, Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, başûr û rojhilatên Wanê û Colemêrgê zêde bike.

Tê payîn ku ev şilî heta roja Çarşemê, 09.04.2024ê, bandora xwe li Şirnex û Colemêrgê bike.

Her wiha hat diyarkirin ku divê welatî li dijî xetereya lehiyan û li cihên bilind ku berf lê heye jî li dijî aşûtan hişyar bin.