Israîl dema êrîşkirina ser Refehê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê radigehîne ku dema guncayî ji bo êrîşkirina ser Refehê destnîşan kiriye.

Piştî ku Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku dema guncayî ji bo êrîşkirina ser Refehê diyar kiriye, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji aliyê xwe ve amaje da, “Êrîşa bejahiyê ya Israîlê bo ser Refehê dê gelek qurbanî hebin û dê zirarê bigehîne ewlehiya Israîlê jî”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez jî kir, “Ji bilî êrîşkirina ser Refehê ji bo nehêlana Hemasê, rêyên din hene”.

Matthew Miller herwesa got, “Me ev ji Israîlê re ron kiriye ku êrîşa temam a bejahiyê ji bo ser Refehê dê bandoreke mezin li ser rewşa mirovî li Xezzeyê hebe û dê zirarê bigehîne ewlehiya Israîlê jî. Israîlê pilana êrîşa Refehê xistiye ber destê me lê îdareya Biden wesa difikire ku rêyên baştir ji bo hingavtina wê armancê hene li şûna şerî. Em di armanca Israîlê digehin ku nehêlan û binbirkirina Hemasê li Xezzeyê ye”.

Berdevkê Koçka Spî John Kirby jî ji aliyê xwe ve got, “Eger Îran agirbesta Xezzeyê dixwaze, divê Hemasê bi pêşniyarên wê agirbestê pabend bike”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.